Li Erdîşa Wanê, 2 zarokên dilbirihm ên ku beriya mehekê cewrikekî bêxwedî dîtibûn û biribûn malê, niha bi hev re li eynî odeyê dijîn. Zarokên ku wekî çavên xwe li cewrik dinêrin her roj bi hev re dilîzin û kêf dikin.
Bi cewrik re li eynî odeyê dijîn û dilîzin.
Li Erdîşa Wanê, xîşk û birayên hev Mistefa û Fatmaya biçûk dema li parkê dilîstin rastî cewrikekî bêxwedî hatin.
Zarokan, bi zorê be jî cewrik zeft kir û bir malê. Ewilî serê wî şûştin, paşê jî zikê wî têr kirin.
Zarokên ku niha bi cewrik re li eynî odeyê dijîn, gelek caran bi hev re dilîzin û wext derbas dikin.
Him zarok him jî cewrik, ji hal û rewşa xwe gelek memnûn in.