Cîgerpêja Jêhatî

Dayika 2 zarokan bi krediyê dezgeha cîgerê vekir

Cîgerpêja Jêhatî

Yasemîn Ayverdi Gulseren ji bo debara mala xwe bike bi şev li Kûçêyên Amedê dest bi firotina cîgerê kir. Em ê bi hev re herin ber dezgeyê dayika 2 zarokan…

Di Projeya Mîkro Krediyê de hezar lîre kredî girt Yasemîn Ayverdi Gulserenê...

Dayika 2 zarokan bi vî pereyî erebe, agirdank, cîger û zerzewat stand. Bi wan dezgeyê xwe vekir.

Jina kedkar li kûçêyên Amedê bi şev cîgerê dipêje û difiroşe.

Cîgerpêj Yasemin Ayverdi Gülseren got, “Ji bo debara mala xwe min dest bi çêkirina cîgerê kir. Xebata min piştî roj diçe ava dest pê dike. Ji karê xwe gelekî hez dikim.”

Bi saya Yasemîna cîgerfiroş, jinên Diyarbekirê jî şevê dertên û bi dilrehetî cîgerê dixwin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE