Civîna bi civaka suryaniyan re

Nûnerê civaka Suryaniyan behsa pirsgirêk û daxwazên gelê Serêkaniyê kir

Civîna bi civaka suryaniyan re

Civaka suryaniyan ya Serêkaniyê ku bi operasyona kaniya aştiyê hatibû rizgarkirin, pirsgirêk û daxwazên xwe ragihandin waliyê Rihayê. Ji bo vê yekê nûnerên civaka suryaniyan bi walî re hatin ba hev.

Metranê Suryaniyan ê Diyarbekir û Mêrdînê Saliba Özmen çû serdana Waliyê Rihayê Abdullah Erin.

Nûnerê civaka Suryaniyan di civîna bi walî re behsa pirsgirêk û daxwazên civaka Suryaniyan a li Serêkaniyê kir.

Wekî ku tê zanîn Serêkaniyê bi Operasyona Kaniya Aştiyê ketibû bin kontrola Tirkiyeyê.

Metranê Suryaniyan destnîşankir ku bi kontrola Tirkiyeyê li Herêma Kaniya Aştiyê aramî pêk hatiye.

Ji bo pêşketina çandinî, heywandarî, bazirganî û pîşesazî ya herêmê xwestin ku Tirkiye bêhtir piştgirî bide gelê wir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE