Li Erdîşa Wanê ciwanê 27 salî ku ji ber nexweşiyeke giran felç bûbû, herî dawî gihîşt mirazê xwe û ji bo rojekê bû polîs. Ciwanê ku bi alîkariya qeymeqamiyê cil û bergên polîsan li xwe kir, bi wesaîta polîsan li navenda bajêr hat gerandin.
Bi salan e dixwest ku bibe polîs. Herî dawî mirazê wî anîn cih.
Li Erdîşa Wanê, ciwanê 27 salî ku ji ber nexweşiyeke giran astengdar mabû, li ser daxwaza wî ji bo rojekê bû polis.
Ciwanê ku bi alîkariya qeymeqamî û ewlekariya bajêr ve cil û bergên polîsan li xwe kir, bi ekîbeke polîsan re li navenda bajêr geriya û wekî polîsekî hereket kir.
Ciwanê ku gihîşt mirazê xwe spasî qeymeqam û hemû polîsan kir.