Navê wî Yakup Olgur e û li Silopiya Şırnakê dijî. Ciwanê 16ê salî ji dema ku hatiye dinyayê û vir ve ji her du çavên xwe astengdar e. Xeyala Yakup a herî mezin ew bû ku amûrên mûzîkê hîn bibe. Bi saya Midûriya Spor û Ciwaniyê û mamosteyê dilxwaz xeyala Yakup di nav 3 mehan de pêk hat.
Navê wî Yakup Olgur e û li Silopiya Şırnakê jîyana xwe didomîne..
Ji dema ku Yakup hatiye dinyayê û vir ve her du çavên wî nabînin.
Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku hînî amûrên muzîkê bibe.
Bi saya Midurîya Spor û Ciwaniyê û mamosteyê dilxwaz Yakup di nav 3 mehan de xeyala xwe bi cî anî.
Mamoste û hevalên wî ji bo ew bi ser keve gelekî piştgirî danê.
Ciwanê jîr dibêje muzîk bûye çavên min.
Olgur bi serkeftin û serfiraziya xwe nîşan da ku tu asteng nikarin xwe li ber xîret û xebatê bigrin..