Ciwan derketin zozanan

Ji bo kêfa zarokên koçeran bînin derketin çiyayê Kozmayê

Ciwan derketin zozanan

Endamên navenda ciwaniyê ya Muşê, çûn serdana koçeran. Ciwanan li zozanan him şivantî kir him jî bi zarokan re eleqedar bûn û bi wan re pirtûk xwendin.

Xwestin kêfa zarokên koçeran bînin.

Ji bo vê jî derketin zozana Çiyayê Kozmayê.

Endamên Navenda Ciwaniyê ya Muşê, maskeyên xwe danîn ber rûyê xwe û tev li nav zarokên koçeran bûn.

Bi wan re stran gotin, lîstik lîstin û pirtûk xwendin.

Di vê navberê de alîkariya koçeran jî kirin, hin ji wan firaq şûştin, hin ji wan jî şivantî kirin.

Koçer ji ziyareta ciwanan gelek razî man.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE