Çiyager 29ê Cotmehê Cejna Komarê li Çiyayê Mezrayê yê Îdirê pîroz kir

Çiyager 29ê Cotmehê Cejna Komarê li Çiyayê Mezrayê yê Îdirê pîroz kir

Li Îdirê çiyager ji bo 29ê Cotmehê Cejna Komarê hilpasî Çiyayê Mezrayê bûn û li lûtkeya çiyê alaya Tirkiyeyê vekirin.

Di çarçoveya çalakiya çiyageran ji bo Salvegera 98an a komarê li dar xistin da 7 çiyager li Nîşankayaya gundê 32 kîlomêtro dûrî navenda bajêr hatin ba hev.

Çiyageran ji vê derê dest bi hilpasbûnê kirin û piştî meşa 4 saetan li ber xwe da derketin lûtkeya li 3050 mêtro bilindahiyê.

Çiyageran li lûtkeyê alaya Tirkiyeyê vekir û salvegerea 98an komarê pîroz kir.

Muhammed Akkuşê Serokê FGDyê got piştî hilpasbûna dijwar çalakî li dar xistin û wiha axivî: "Armanca me ew bû ku li lûtkeya çiyê Cejna Komarê pîroz bikin."

Abbas Şurgunê çiyager jî go ji bo salvegera komarê çalakî li dar xitin û wiha pê da çû: "Ez Cejna Komarê ya Tirkiyeyê pîroz dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE