Çiyayê Ağrıyê ji bo çiyageran gelek balkêş e û her sal çiyager tên vir. Li vê derê welatiyên xwedî hêstir, bi hêstiran barên çiyageran dibin jorê.
Çiyayê Ağrıyê 5 hezar û 137 metre bilind e.
Her sal çiyager tên vê derê û derdikevin lûtkeya çiyê.
Welatiyên wê derê dijîn barên çiyageran bi hêstiran derdixin heta bilindahiya 4 hezar û 200 metreyî.
Ev yek karê çiyageran hêsan dike.
Ji ber ku Çiyayê Ağrıyê gelek bilind û asê ye, ev xizmet zehmeta gera wan kêm dike.