Çiyayê Agiriyê mazûvaniya qefleyên çiyageran dike

Çiyayê Agiriyê mazûvaniya qefleyên çiyageran dike

Çiyayê Agiriyê ku dikeve nava sînorên Bazîda navçeya Agiriyê û li welêt devera herî bilind e, mazûvaniya qefleyên çiyager ên biyanî û xwemalî dike.

Çiyayê Agiriyê 5 hezar û 137 raqim bilind e û li dinyayê seba çiyageran girîng e. Di her heyamên salê da Almanya, Fransa, Îspanya û Îrana cîran di serî da, ji çar aliyê dinyayê û ji nava welêt çiyager hilpazî serê vî çiyayî dibin.

Çiyager bi wesayîtan heta mezreya Çevîrmeyê ya quntarê Çiyayê Agiriyê tên, li vê derê bi perê xwe li hesp û qantirên gundiyan siwar dibin û barê xwe lê bar dikin û dertên.

Çiyager roja ewil ji bo bêhna xwe vedin pêşiyê di 3 hezar û 200 mêtreyî da, roja duyem jî di 4 hezar û 200 mêtreyî da kamp dikin ku bêhna xwe vedin û hînî sermayê bibin.

Çiyager roja sêyem dertên tepa çiyê û vedigerin qada kampê û tûrê bi dawî dikin.

Eleqeya ser Çiyayê Agiriyê rojbiroj zêde dibe û turîzma hilpazbûna çiyê kêrî aboriya herêmê jî tê.

Ji çiyagerên ku ji Îranê hatine Ûsiv Enwerî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:

"Ez heta niha havîn û zivistan ser hev 16 caran derketin ser tepa Çiyayê Agiriyê. Hilpazbûna serê vî çiyayî pir xweş e. Îranî ji derketina ser tepa çiyê pir hez dikin û jixwe di demên dawîn da bi grûban tên û hilpazî serê çiyê dibin. Van rojan hewa seba hilpazbûnê xweş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE