Çiyayê Cîloyê bûye navenda turîzmê

Her roj bi sedan turîstên xwemalî û biyanî berê xwe didin herêmê...

Çiyayê Cîloyê bûye navenda turîzmê

Çiyayê Cîlo ku bilindahiya wê 4 hezar û 100 metre ye, bi salan e ji ber terorê tenê û tenha mabû. Çiyayê ku bi xweza, qeşa û golên xwe yên xwezayî jî gelek navdar e, piştî ku teror hat paqijkirin bû navenda turîzmê. Bihar û havînan, her roj bi sedan turîstên xwemalî û biyanî him ji bo geşt û gerê him jî ji bo dîtina xwezaya nuwaze derdikevin ser çiya.

Li aliyekî qeşayên 20 hezar salî, li aliyê din jî gol û sûlavên xwezayî.

Dema meriv lê dinêre hema Çiyayê Alpan ên Swîsreyê tê bîra mirov.

Çiyayê Cîloyê ku li herêma Gevera Hakkariyê dikeve, piştî terorê, li herêmê bi xweza û hawîrdora xwe bûye navendeke girîng a tûrîzmê

Her roj bi sedan turîstên xwemalî û biyanî him ji bo dîtina xwezaya nûwaze him jî ji bo geşt û ger û pîknîkê derdikevin ser çiyê.

Xelkê herêmê dibêje; Qiymeta herêmê hêdî hêdî tê fêmkirin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE