Çiyayê Nemrûdê xemla xwe girêda

Bi hatina berfê re dîmenên gelek xweş û rengîn çêbûn.

Çiyayê Nemrûdê xemla xwe girêda

Çiyayê Nemrûdê yê li Ahlata Bitlisê îsal jî xemla xwe girêda. Nemrûd, 2 hezar û 250 metre bilind e û wek mîrateya mirovahiyê tê qebûlkirin. Bi hatina berfê re dîmenên gelek xweş û delal çêbûn.

Gelê herêmê dibêje heta Nemrûd xemla xwe girênede zivistan nayê.

Piştî wextekî dereng Çiyayê Nemrûdê yê li Ahlata navçeya Bitlisê spî bû.

Çiyayê Nemrûdê bi bilindbûn û ezameta xwe di sedan çîrok, stran û destanên Kurdan de derbas dibe.

Li Nemrûdê îsal hinekî dereng be jî berfa demsalê bariya û her der spî kir.

Bi hatina berfê re dîmenên wisa xweş û delal çêbûn ku mirov dibêje qey dinyayeke din e.

Çiyayê Nemrûdê 2 hezar û 250 metre bilind e û wek mîrateya mirovahiyê tê qebûlkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE