Çiyayê Sîpanê bi berfê xemilî

Wênegir ji bo dîmenên xweşik derketin ser çiyê...

Çiyayê Sîpanê bi berfê xemilî

Berf ket ser Çiyayê Sîpan û Sîpan bi berfê xemilî. Kesên ku dixwazin xweşikiya çiyê bibînin berê xwe didin Sîpanê ku 4 hezar û 58 metre bilind e.

Payîz e û êdî dinya sar bû.

Li herêmê û li cihên bilind berf bariya.

Çiyayê Sîpanê 3. Çiyayê bilind ê Tirkiyê ye û her demsal bi rengên xwe yên cuda xweşik dibe.

Çiyayê ku 4 hezar û 58 metre bilind e, di vê mehê de spî bû.

Şewqa Çiyayê Sîpanê dide ser Behra Wanê û bi vê şewqê dîmenên bêhempa çêdibin.

Wênegirên ku xwestin van dîmenên xweş bigirin berê xwe dan serê çiyê.

Ji xeynî wênegiran gelek çiyager jî diçin Sîpanê.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE