Gava behsa bajarê Qersê dibe, qaz tên bîra mirov. Şêniyên bajêr bi taybetî zivistanê goştê qazan ji sifra xwe kêm nakin. Xanimên Qersî goştê qazan di tenûrê de çêdikin.
Ewilî di sîtilan de tê pêjandin… Dû re bi ava wê sawar tê çêkirin… Û herî dawî dixin nav tenûrê….
Navê vê xwarinê, xwarina qazan e. Qaz û savara ku li tenûrê hat çêkirin, pişt re tînin li malê hazir dikin. Xwarina qazan pişt re li ser sofreyan ji bo mêvanan tê dayîn.
Her wiha li bajarê Qersê him xwedîkirina qazan him jî xwarina qazan cihekî girîng digre.
Bi taybetî jî zivistanê xelkê Qersê piraniya xwarinên xwe bi qazan çêdikin.