Li bajarê Muşê ji ber zivistanên dijwar ne tenê dar û komirê, kermeyan jî tên şewitandin. Ji bo vê yekê jî ji zibilê pez kermeyan çêdikin û li ber berfê zûwa dikin.
Di destê wan de bêr…Yek bi yek bi baldarî radikin û bi erebeyan derdixin der...
Navê vî karî rakirina kermeyan e. Ev kerme ji zibila pezan çêdibe.
Şêniyê gundan jî wan kermeyan ji goman radikin li berfê zûwa dikin.
Pişt re li gorî hewcedariyên xwe bikar tînin an jî bo germ bibin wan dişewtînin.
Bi vî awayî him dar û daristan nayên jêkirin…