Çêkirina leblebiyan

Malbatên Gercüşî nokan di nav qûmê de diqelînin û dikin lewlewî

Çêkirina leblebiyan

Jinên Kercosî bi riyeke taybet a kevnare ji nokan leblebiyan çêdikin. Ewilî nokan tevlî xweliyê dikin, pişt re jî di nav xîza germkirî de diqelînin. Bi vî awayî ew tehma taybet a kevnare winda nabe.

Li herêmê bi riyên kevnare gelek xwarin û tehmên cuda tên çêkirin. Ji wan yek jî çêkirina leblebiyan e.

Malbatên Kercosî li malên xwe ji nokan leblebiyan çêdikin. Lê çêkirina wan him taybet e him jî zehmet e.

Jin ewilî nokan tevlî xweliyê dikin, pişt re dixin nav xîza germkirî û didin ser selê.

Nok ji bo ku di nav xîzê de diqelin tama qûmê jî dide û leblebiyên taybet ên kercosê çê dibin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE