Bi pêşveçûn û hilberîna alav û amûrên teknîkî, gelek tiştên çandî û hunerî tên jibîrkirin û winda dibin diçin. Yek ji van tiştên ku tên jibîrkirin jî nanê sêlê ye. Lê welatiyên li Cizreyê dijîn li ber xwe didin û karê bav û kalan didomînin. Bi saya çêkirina nanê sêlê gelek malbat debara mala xwe dikin.
Teknolojî, fabrîkasyon û hilberîna li ser hev gelek tiştên çandî û hunerî dide jibîrkirin û winda dibin…
Yek ji van tiştê tên jibîrkirin jî çanda nanê sêlê ye.
Lê welatiyên li Cizreyê dijîn li ber xwe didin û karê bav û kalan didomînin.
Bi saya nanê sêlê gelek malbat debara mala xwe jî dikin.
Li vê kargehê jî her roj nêzî 600-700 nan tên çêkirin. Nanê xwe dişînin bajarên din jî…
Cizreyî çêkirina nanê sêlê ji bav û kalên xwe hîn bûne. Nanê sêlê him erzantir him jî xweştir e. Ji xeynî nane sêlê, kade û borek jî tên çêkirin.
Jinên Cizreyî dibêjin bila ev mîrateya bav û kalê me winda nebe û bigihêje zar û neviyan jî.