Çêkirina nîrên hespan

Hosteyên vî karî roj bi roj kêm dibin.

Çêkirina nîrên hespan

Piştî ku amûr û hacetên teknolojîk ketin şûna hespan, çêkirina nîran jî hêdî hêdî tê jibîrkirin. Em ê berê xwe bidin Qersê…

Li deverên ku çandinî û heywandarî tê kirin, xamût an nîrên ku wextekê pir dihatin emilandin, êdî ji piyaseyê radibin.

Ayhan Karakolê ku li Qersê hosteyê çêkirina nîran e, ji ber rewşa mesleka xwe gelekî xemgîn e.

Karakol got “Ji 1975an ve ez vî karî dikim. Beriya niha sal 12 meh karê me hebû, lêbelê niha karê me pirr kêm bûye.’’

Lewra her ku diçe bi saya derketina amûr û wesayîtên teknolojîk ev mesleka wî êdî tê jibîrkirin.

Ayhan Karakol hosta dibêje: “Hejmara erbabên vî karî pir hindik in. Lewra nîrê ku me bi destan çêdikir, êdî di fabrîkayan de tên çêkirin.”

Karakol wiha dewam kir: “Rehma Xwedê lê be, min û bavê xwe di rojekê de 10 nîr çêdikirin. Mişteriyên me li ber dikanê diketin dorê. Hin caran jî mişteriyên me diçûn roja din dihatin.’’

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE