Li bajarê Hakkariyê çêkirina sobeyan hêj didome. Hosteyê sobeyan mevlût tekçe jî bi cî karî re mijûl dibe. Lê piştî hatina gaza siruştî, eleqeya ji bo sobeyan kêm bû.
Mevlüt Tekçe 35 salî ye. Ev 20 sal in bi çêkirina sobeyan re mijûl dibe.
Tekçe li bajarê Hakkariyê dijî. Sobeyên cûr bi cûr çê dike.
Ji bo sobeyekê çêbike bi seatan wext xerc dike. Lê hoste Tekçe êdî eleqeya berê nabîne.
Bi hatina gaza siruştî êdî firotina sobeyan jî gelek kêm bûye.
Her çiqas firotina sobeyan kêm bibe jî xelk û esnaf ji hatina gaza siruştî gelek kêfxweş in.