Çêkirina tembûran a bi awayê berê

Hoste Hüseyin İsot di atolyeya xwe de bi usûlên berê tembûran çêdike.

Çêkirina tembûran a bi awayê berê

Li Azıkana gundê Adıyamanê, hostayê bi navê Hiseyn Îsot, bi usûlên berê tembûrên gelek xweşik û hêja çêdike. Hiseyn dibêje ku ez ji tu kesî hînî vê hunerê nebûme û bi xwe elimîme.

Pêşî şikil dide qoçên daran, paşê nava wê diqewirîne, herî dawî jî destiyekê lê dide û dike tembûr.

Ev der Azıkana gundê Adıyamanê ne.

Hiseyn Îsot gava 7 salî bû, ji ber hezkirina xwe ya saz, dest bi hunerê kir.

Ji bo vê jî beşeke mala xwe kir wek atolye û dest bi çêkirina sazan kir.

Hosteyê 55 salî hemû tembûrên xwe bi usûlên berê û tena serê xwe çêdike.

Ji destê hoste berhemên yek ji yekî xweşiktir û hêjatir derdikevin.

Hiseyn dibêje ez li ber destê tu kesî hînî çêkirina tembûran nebûme.

Hoste Hiseyn ji bo kesên dixwazin jî tembûran çêdike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE