Çûkên koçber Gola Kuyucukê şên kir

Di navbera Avrasya û Afrîkayê da gelek çûkên ku koç dikin, li ser golê bêhna xwe vedidin û demeke kurt li ser dimînin. Bi pêşengiya Walîtiya Karsê xebatên sondajê hatin kirin û ava golê hat zêdekirin. Ji ber vê ev du sal e gol cardin bi çûkan şên dibe.

Çûkên koçber Gola Kuyucukê şên kir

 Gola Kuyucukê di nav sînorên Arpaçaya navçeya Karsê da cih digire. Bi germbûna hewayê ra û zêdebûna ava golê ra çûkên koçber cardin hatin ser golê.

Gol bi peymana Ramsarê va di binê parastinê da ye, lê ji ber ku 3 sal berê ava golê bi temamî miçiqî, êdî çûk jî nehatin ser, lê piştî ku vegeriya rojên berê, cardin mazûvaniya hin cureyên çûkan dike.

Di navbera Avrasya û Afrîkayê da gelek çûkên ku koç dikin, li ser golê bêhna xwe vedidin û demeke kurt li ser dimînin. Bi pêşengiya Walîtiya Karsê xebatên sondajê hatin kirin û ava golê hat zêdekirin. Ji ber vê ev du sal e gol cardin bi çûkan şên dibe.

Gol li ser nêzî 245 hektarî ye û Qada Ramsarê jî 416 hektar e. 213 cure teyr û tûyên ku di nav da gelek cureyên werdek, qaz û çûkan hene, li ser golê dicivin.

Ji niha va ji 35 cureyan nêzî 6 hezar teyr û tû hatine ser golê.

Ava golê biharê ji sedî 70 tije bû û di nav mehekê da ji 35 cureyan nêzî 6 hezar teyr û tû hatin ser golê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE