Cotkar erzan difroşin lê market bihayan bilind dikin

Ji bo şekirê erzan fabrîka û marketeke mezin “protokola erzaniyê” îmze kir

Cotkar erzan difroşin lê market bihayan bilind dikin

Hilberînerên silkan jî xwediyên febrîqayên şekir jî, ji bereketa îsal qayîl in. lê mixabin bihayê şekir li marketan zêde bû. ji bo ku welatî bikaribin bi erzanî şekir bikirin, li erdîşa wanê febrîqayeke şekir bi marketeke mezin re protokola “şekirê erzan” îmze kir. em jî hêvî dikin ev kampanya, ji hemû fîrma û markayan re bibe mînak.

Bihayê şekir di çend mehên dawî de gelekî zêde bû.

Gelo xwediyên marketan mafdar in?

Me ji hilberîner û xwediyên febrîqayan pirsî.

Cotkar silkan, febrîqa jî şekir bi fîyeteke maqûl difroşin...

Lê mixabin xwediyên market û dikanan ji bo qezenceke zêde welatiyan nafikirin, fîyetan gelek bilind dikin.

Li Erdîşa Wanê febrîqayeke şekir ji bo ku pêşî li vê yeke bigire bi marketekê re “protokola erzaniyê” îmze kir.

Bi saya vê yekê, şekirên vê febrîqayê li gorî markatên din ji sedî 50 zêdetir e.

Welatî dixwazin ev polîtîkaya erzaniyê ji marka û sektorên din re jî bibe mînak.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE