Derman Alpaslanê Qersî, bi cotkarî û çandiniyê re mijûl dibe. Li alıyekî tene û zadê ku çandiye, li aliyê din jî çewliga dewaran îdare dike. Karsazê ku bi ked û xîreta xwe dişixule li herêmê wek cotkar û heywandarê herî berhemdar tê qebûlkirin.
Li aliyekî bi cotkariyê, li aliyê din jî bi karê heywandariyê mijûl dibe.
Kar û barê wî Gulanê dest pê dike heta Cotmehê dewam dike.
Derman Alpaslanê Qersî ku 3 hezar donim erdê wî heye, him çandiniyê dike, him jî bi çewliga heywanan re mijûl dibe.
Karsaz Alpaslan bi ked û xebata xwe wek karsazê herî berhemdar yê herêmê tê nasîn.
Lewra tevî malbat û 6 karkerên xwe bi şev û roj hemû îşên xwe bi xwe dike.
Derman dibêje; “Rica min ji cotkarên me, bila bê alîkariya dewletê jî hin tiştan bikin.”