Cotkar li benda alîkariyê ne

Cotkarên li Qoserê ku çandiniya garisan dikin dibejin: “îsal rekolte baş e, lê mesref her ku diçe zêde dibin.”

Cotkar li benda alîkariyê ne

Ew dixwazin gubre erzantir bibe...

Bi hatina payîzê karên cotkaran jî zêdetir dibe. Li qosera Mêrdînê cotkarên ku çandiniya gilgilan yanî garisan dikin ji ber bihayê gubre û ceyranê gazinan dikin û dibejin: “îsal rekolte baş e, lê mesref her ku diçe zêde dibin.”

Gilgil ango garis…

Li herêmê zêdetir jî wek mehsûlê duyemîn tê danîn…

Cotkar bi ked û xîrteke mezin gilgilan digihînin lê mesrefa garisan êdî wan pir diwestîne…

Cotkarên Qosera Mêrdînê jî ji ber van mesrefan êdî hew dixwazin garisan deynin.

Dibêjin: “Îsal rekolteya me baş e, lê gubre pir biha ye.”

Cotkar dibêjin mesrefê garisan her ku diçe zêde dibe û ji ber bihayê tov, zibil û mazotê dikevin tengasiyê.

Li gorî texmînan li Qoserê li ser nêzî 450 hezar hektar erdî gilgil tê danîn.

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2018, 14:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE