Cotkaran dest bi rakirina genim kir

Cotkarên ku karibûn dexl û danê xwe av bidin ji randimanê memnûn in.

Cotkaran dest bi rakirina genim kir

Li Qosera Mêrdînê cotkaran dest bi rakirina genim kir. Cotkar, bi saya avdanê ji berê îsal ê dexl û danan gelekî memnûn in.

Îsal ji ber hişkesaliyê çandiniya gelek berheman ne li bi dilê cotkaran bû. Yek ji wan jî genim bû.

Lê cotkarên Qosera Mêrdînê yên ku derfeta wan a avdanê hebû îsal zevîyên xwe ji hişkbûnê xilas kirin.

Bi saya avdanê berê zadan jî xweş bû.

Lê ji aliyê din ve îsal ji ber tunebûna baranê û nebûna teneyan bihayê kayê gelek zêde ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE