Cotkarên li qûntarên Çiyayê Agiriyê dest bi amadekariya zivistanê kirin

Cotkarên li qûntarên Çiyayê Agiriyê dest bi amadekariya zivistanê kirin

Li Îdirê ku yek ji bajarên girîng ên çandiniya Tirkiyeyê ye, cotkarên ku li gundên asê dijîn, dest bi amadekariyên zivistanê kirin.

Cotkar û heywandarên ku li zozanên li qûntarên Çiyayê Agiriyê yên raqim 2 hezarî dijîn, ji bo dabînkirina alifê zivistanê yê heywanan, bênavber dixebitin.

Cotkar giha didirûn, dikin balye da ku zivistanê bidin pez û dewarên ku bi qasî 4 mehan di hundir da tên alifkirin.

Mixtarê Gundê Yenidoganê yê navçeya Aralikê Mehmet Bilir ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li ciyên bilind ên Çiyayê Agiriyê û Çiyayên Erez amadekariyên zivistanê didomin.

Bilir bal kişand ku gundî bi xebateke bênavber va amadekariyên zivistanê temam dikin û wiha dewam kir, "Gundê me yê li qûntarê Çiyayê Agiriyê zivistanê 4 mehan di bin berfê da dimîne. Ehlê gundê me amadekariyên zivistana ku dê 4 mehan dewam bike dikin."

Şêniyê gund Cevdet Aras jî diyar kir, ew alîkariya cîranê xwe dike ku gihayên dirûtî bikin balye û wiha got, "Ev mêrg ya hevalê min e, ji bo ku giha li erdê hişk nebe, ez hatim alî. Pêşiya me zivistan e. Em debara xwe bi heywandariyê dikin, lewma em giha didirûn, dikin balye ku zivistanê bidin heywanan."

Îbrahîm Kan jî diyar kir ku ew gihayî dirûtî bi destan an jî bi alavên çandiniyê va dikin balye û wiha got, "Îsal ji her hişkesaliyê debar jî hindik e. Lewma wer dixuyê karê heywandaran îsal hinekî dijwar e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE