Li Milazgira navçeya Mûşê kampanyaya kirîna silqan dewam dike û cotkar jî ji bo silqên xwe bifiroşin di rêza qeynterê da sekinîne û li benda dora xwe ne. Dora ku ji cotkar û wesayîtên wan pêk tê bi qasî 10 kîlometre ye.
Qaymeqamê Milazgirê Yîgît Yaşar Demirer, Şaredar Cengiz Altin û Serokê Odeya Ziraetê ya Milazgirê Tahsîn Kiliç bi hev ra çûn serdana cotkarên li benda dora xwe bûn û der barê kampanyayê da jî agahî hildan.
Cotkaran ji ber piştevaniyê ji Demirer û kesên pê ra bûn ra spas kirin.
Şefê Kirîna Silqan a Herêma Milazgirê Îbrahîm Bostanci got ku wan par 95 hezar ton silq kirîn û îsal wê heta 120 tonî bikirin.
Bostanci destnîşan kir ku kampanyaya kirîna silqan a li Milazgirê di 16ê Îlonê da dest pê kir û wan heta niha 40 ton silq ji cotkarên Mûşî kirîn.
AA