Dewletê him hîbe da him jî tov da cotkaran. Cotkarên Muşê niha fasûliyên ku bi piştgiriya dewletê çandibûn berhev dikin. Cotkar îsal ji bereketa zeviyan gelek memnûn in.
Li deşta Muşê ya bibereket niha cotkar ji zeviyan fasûliyên xwe berhev dikin.
Cotkarên Muşî cara ewil ev cins fasûlî çandin.
Zevî bibereket bûn û niha jî fasûlî tên berhevkirin.
Li bajêr 200 cotkarî ji dewletê piştgirî girt.
Li herêmê ji berê ve fasûlî dihatin çandin.
Lê bi saya piştgiriya dewletê û tovê ku nû anî, fasûlî him zêdetir hat çandin him jî bi bereket e.