Wezareta Karên Navxweyî giştînameyeke din derxist û li bazaran tevdîr hatin zêdekirin.
Dezgehên bazarê nîvî nîvî hatin kêmkirin…
Ji bo ji hev nexweşiyê negrin esnaf êdî wekî berê ne nêzîkî hev in…
Ji ber nexweşiyê êdî bazar wekî berê neqelebalix in.
Loma jî bihayê sebze û fêkiyan ket.
Esnaf dibêjin ji ber nexweşiya koronayê em zirar dikin.