Cîran xwedî li ciwanê bêkes derketin

Banê mala wî jê re çêkirin û kêmasiyên wî peyda kirin.

Cîran xwedî li ciwanê bêkes derketin

Li Muşê, cîran li hev civiyan; xaniyê ciwanekî bêkes çêkirin û kêmasiyên mala wî temîn kirin. Em hêvîdar in ev hevkariya şêniyên taxê ji her kesî re bibe mînak.

Dê û bavê wî 10 sal berê mirin. Ciwanê bêkes jî ev çend sal in li derve dijî.

Şêniyên taxa Qeleyê ya Muşê, ji bo ku alîkariya wî bikin li hev civiyan.

Ewilî banê mala wî yê qulqulî temîr kirin. Piştre di nav xwe de kêmasiyên malê peyda kirin; ji xalîçeyê bigirin heta balîf û balgiyên wî jê re raxistin.

Şêniyên taxê ji bo ku banê malê ji nû ve çêkin, ji xêrxwazên Muşî alkariyê dixwazin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE