Çîroka keçikên nexwendî nivîsand

Pirtûka ku 18 sal berê li ber ronahiya televîzyonê nivîsandibû weşand

Çîroka keçikên nexwendî nivîsand

Ji bo ku xeyala xwe ya ciwaniyê bi cih bîne, pereyê xwe yê ji bo komir xerc kir. Şahînder Oncu Fırata 36 salî, pirtûka ku 18 sal berê nivîsandibû weşand. Di pirtûka xwe de çîroka keçikên ku wekî wê nexwendine, nivîsand.

Xizanî û nezanîna wê demê nehîştin ku biçe mektebê û li pey xeyalên xwe bimeşe.

Wê jî çîroka xwe û çîroka keçikên ku li ser heman qederê ne, nivîsand.

Şahînder Oncû Firata 36 salî, pirtûka ku di ciwaniya xwe de nivîsandibû 18 sal bi şûn ve weşand.

Sal borîn lê bi xweşikî destê wê fireh nebû. Lê wê vê carê guh neda tu tiştî; bi pereyê ku ji bo komir berhev kiribû pirtûka xwe weşand.

Pirtûka bi navê “Hewla Perperokan” niha li Semsûrê tê firotin.

Nivîskara jêhatî ji bo ku çîrokên din ên veşartî binivîse piştgiriyê dixwaze.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE