Êdî di daweta gule bernadin

Eşîra Jîrkiyan dê di dawetan de êdî gule bernedin

Êdî di daweta gule bernadin

Di dawetan de bikaranîna çekan, berdana guleyan gelek xeternak e. Lewra dibe sedema bûyerên dilsoj. Li Beytşebaba Şiırnexê eşîra jîrkiyan biryar da ku di dawetên xwe de gule bernedin.

Li Beytşebabê êdî di dawetan da gule wê neyên berdan.

Qeymeqamê Beytuşşebapê Îsmaîl Pendîk got ku ew ligel sereşîran girîngî didin mijarê.

Qeymeqam Pendîk, “Sereşîrên li navçeya me jî êdî mijarê dişopînin. Êdî di dawetan de gule nayên berdan. Dawet bi kêf û şahî û govendê tên kirin. Êdî di dawetên Beytşebabê wê gule neyên berdan.”

Êşîra Jîrkiyan jî daxuyanî da ku wan jî di nav xwe de ev yek qedexe kirine.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE