Ji bo cotkaran spîkirina fistiqan karekî zor û zehmet bû. Cotkarekî Batmanî makîneya spîkirinê anî bajêr. Vêga cotkar fistiqên xwe dixin makîneyê û di nav du-sê saetan de spî dikin.
Cotkarên Batmanî, 15 sal beriya vê dest bi çandina fistiqan kirin.
Ji bo cotkaran, spîkirina fistiqan him girîng e him jî karekî zor zehmet e. Cotkaran fistiq dixistin nav çewalan, bi daran lêdixistin û bi vî awayî ew spî dikirin.
Cotkarekî Batmanî ji bo ji vê tehbê xilas bibin, makîneya sipîkirinê anî bajêr. Êdî cotkar fistiqên xwe tînin vir û di nav du-sê saetan de sipî dikin.
Dema ku fistiq tên spîkirin makîne fistiqên baş û nebaş ji hev dineqîne û paqij dike.
Cotkar kiloya fistiqan bi 300 qirûşî didin makîneyê.