Êdî peqleweya sar tê ecibandin

Ji bo tehma wê ya xweş û kaloriya kêm tê xwarin.

Êdî peqleweya sar tê ecibandin

Di pandemiyê de gel zêde ji malê derneket. Ji bo zêde kîlo nestînin jî xelkê berê xwe da xurekên ku kaloriya wan kêm e. Yek ji wan xurekan jî peqleweya sar e. Him tehma wê xweş e him jî kaloriya wê kêm e.

Di şewba koronavîrûsê de gel wextê xwe zêdetir li malê derbas dike.

Ji ber ku li malê ne jî bivên nevên berê xwe didin xurek û xwarinan. Şîranî jî ji wan xwarinan yek e.

Li Gaziantepê jî ji şûna peqleweya normal, gel êdî peqleweya sar dixwaze.

Peqleweya sar wekî peqleweya normal tê çêkirin, lê di şûna şerbet û şekir de, bi şîr û kakakoyê tê çêkirin.

Di paqleweya sar de dîsa fistik hene û hevîrê wê teniktir e.

Bi tehma xwe ya xweş ji niha ve gelek tê ecibandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE