Dagera koçeran dest pê kir

Koçer ji bo ku heywanên xwe biçêrînin havînê dertên zozanên der û dora Wan û Mûşê, zivistanê jî dertên zozanên Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê û jiyana wan li dû birên wan derbas dibe

Dagera koçeran dest pê kir

Koçer ji bo ku heywanên xwe biçêrînin havînê dertên zozanên der û dora Wan û Mûşê, zivistanê jî dertên zozanên Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê û jiyana wan li dû birên wan derbas dibe.

Bi sarmayê ra ji Wan û Mûşê birên ku ji sedan mihî pêk tên dadgerin û berê xwe didin bajarên germ ên wek Sêrt û Batmanê. Koçer di rê da carinan konên xwe datînin û bêhna xwe didin.

Koçer dema di rêwîtiyê da ji gelek derfetan mehrûm in û ji jiyana civakî dûr, di nav siruştê da dijîn û li ber xwe didin.

Ji ber ku timî koçertiyê dikin hin malbat nikarin zarokên xwe bidin xwendin û hinek jî zarokên xwe datînin cem eqrebayên xwe yên bajêr.

Koçer li herêmên ku konê xwe lê datînin, jiyana xwe didomînin, bi panelên tavê yên ku bi xwe ra digerînin va him aletirîkên destan him jî têlefonên xwe şarj dikin.

Koçerê Batmanî Selahattîn Turkoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew her sal ji bo ku keriyên pezê xwe baş xweyî bike, ji Batmanê bi rê dikeve û diçe zozanên Başkaleya navçeya Wanê.

Turkoglu diyar kir ku ew li wê derê sê mehan derbas dikin û bi sermayê ra cardin peyatî bi rê dikevin û tên Batmanê û wiha dewam kir:

"Di mehên havînê da Batman pir germ dibe. Em mecbûrî diçin aliyê Wanê. Karê me pir zehmet e. Herî zêde rewşa hewayê tesîrê li ser me dike. Em carinan li ber şilî û firtoneyê dimînin. Berf çi qas dereng bibare, ji bo me ew qas baş e. Ji tengasiyên me yên herî mezin yek jî zarokên me nikarin herin dibistanê. Ji ber ku em timî li peyê birên xwe koçer in, zarokên me nikarin herin dibistanê. Em nikarin wan jî li peyê xwe bihêlin û derkevin zozanan. Hin hevalên me zarokên xwe datînin mala eqrebayên xwe."

Ji koçeran Herdem Gulkalê jî got ku ew wek koçerên jin her sibeh zû radibin, piştî taştê çadiran berhev dikin.

Gulkalê diyar kir ku ew eşyayan li heywanan bar dikin û heta cihekî din ê ku wê lê bêhn vedin, dimeşin û wiha dewam kir:

"Em li cihê bêhnvedanê seba şivanan xurek çêdikin. Piştî ku pez tê jî ew pêz didoşin. Em bi şîrê pez penêr û mast çêdikin. Karê me zehmet e. Ji birîna pez heta dotina wan, piraniya vî karî jin dikin. Pir dijwar e, lê em mecbûr in ku alîkariya mêran bikin. Ji vî karî debara me tê, em mecbûr in ku bikin. Em pir dixwazin ku zarokên me herin dibistanê, lê zarokên ku bi me ra dimînin, nikarin herin. Ev jî me pir xemgîn dike."

Koçer Mervan Seyhan jî got ku emrê wan bi xwedîkirina heywanan ra derbas bû û wiha dewam kir: "10 roj in em di rê da ne. Dilê me heye em heta 2 mehan xwe bigihînin Sêrtê, ji wir jî herin Batmanê. Jiyana me her çend zehmet be jî em ji vê jiyanê hez dikin û kêfxweş in."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 îlon 2018, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE