Di daweteke li edenê de daholvanekî bi cihaza posê ya di destê xwe de ji beşdaran bexşîş berhev kirin. kesên li dawetê li hember zîrektiya daholvanê dawetê şaş û heyîrî man.
Daholvan bi cihaza posê nêzî kekê zave dibe û bi awayekî bêtemas jê bexşîşa xwe distîne.
Dîmen li daweteke li Edeneyê hatin kişandin.
Dawetvanan pêşiyê texmîn kirin ku daholvan henekan dike.
Lê bi çavê xwe dîtin ku bi posê ji kartan bi awayekî bêtemas bexşîşan distîne.
Him dawet van him jî xwediyê dawetê li ber vê zîrekiyê şaş û metel man.
Dîmenên bexşîşa bi cihaza posê li ser medyaya civakî jî gelek hatin temaşekirin.