Cotkarê Dêrîka Mêrdînê Davut Ufak di sala 2017an de dest bi danîna şitlên zeytûnê kir. Eleqe zêde bû û wî jî cihê xwe mezin kir. Heta niha zêdetirî 65 hezar şitlên zeytûnê danîne û ji xynî vê şitlên zeytûnê dişînin gelek welatan jî.
Cotkar Davut Ufak li Dêrîka Mêrdînê dijî.
Di sala 2017an de li ser 3 donim erdî dest bi danîna şitlên zeytûnê kir.
Him li nav welêt him jî ji derwelêt gelek kesan jê şitlên zeytûnê xwestin.
Siparîş li ser hev hatin û cotkar Ufak hêdî hêdî mezin bû. Niha jî siparîş dewam dikin.
Ufak hêdî hêdî cihê xwe jî mezin kir û niha li ser 20 donim erdî zêdetirî 65 hezar şitlên wî yên zeytûnê hene.
Rêvebirên navçeyê jî piştgiriyê didin cotkar Ufakê.