Dara berûyê li benda tescîlê ye

Şêniyê Taxa Mûnûka Kozanê dixwazin dara hezar salî bê tescîlkirin.

Li taxa Mûnûkê ya Kozana Edenê dareke berûyê ya hezar salî heye. Welatiyên taxê dixwazın ku dara berûyê bi awayekî fermî bê tescîlkirin û parastin.

Li taxa Mûnûkê ya Kozanê dareke berûyê ya gelek extiyar heye.

Qûrmê wê 3 metre ye, bilindahiya wê jî ji 10 metreyan zêdetir e.

Şêniyê taxê dibêjin ku li gorî hin pisporan ew dara berûyê hezar salî ye.

Welatî ji ber vê yekê jî ji rayedaran dixwazin ku werin û dara kevnare bi awayekî fermî tescîl bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE