Îdareya wan li ser masiyan e

Gundiyên nêzî Çemê Botan debara xwe bi masiyan dikin...

Îdareya wan li ser masiyan e

Li Sêrtê gundiyên li hawirdora Çemê Botan bi girtina masiyan debara xwe dikin. Welatiyên herêmê dibêjin, tenê di Çemê Botan de 10 cure masî hene û tehma wan jî gelek xweş e.

Çemê Botan bi girş û xweşikiya xwe bi nav û deng e.

Li herêmê îdareya gelek kesî jî li ser çemê Botan e.

Gundiyên li hawirdora Çemê Botan debara xwe bi Çemê Botan dikin.

Li hin gundên Sêrtê gelek welatî ji Çemê Botan masiyan digrin, difroşin û jiyana xwe wisa didomînin.

Welatî dibêjin di çemê Botan de zêdetirî 10 cure masî hene.

Sêrtî dibêjin tahma masiyên Botan ji yên behran jî xweştir e.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE