Daristanên Salordekê yên li Tunceliyê

Daristanên Salordekê yên li Tunceliyê di rotaya gerê ya xwezahezan da ye

Daristanên Salordekê yên li Tunceliyê

Li Tunceliyê li Daristanên Salordekê yên bi hatina biharê hêşîn bûn, bi sûlav, kulîlk û jîngeha xwe ya kovî va li benda ziyaretvanan e ku dixwazin ji stresa bajêr dûr bikevin.

Tunceliya ku dikeve navbera çiyayên asê, bi xwezaya xwe ya çavpêneketî va her demsal bedewiyên cuda pêşkêş dike.

Daristanên Salordekê yên dikeve navbera navçeyên Pulumur û Nazimiyeyê jî bi hatina biharê hêşîn bûn.

Ziyaretvanên ku tên vir, ji xwe ra trekkîngê dikin û diçin dîtina sûlavan.

Ziyaretvan Tuncay Sarigul got li bajêr piştî zivistana dijwar xweza bi xwe va hat û hêşîn bû û wiha dewam kir:

"Bi hatina biharê ra em hewl didin ku di nava xwezayê da bijîn. Lewma jî em tên Daristanên Salordekê ku ciyekî pir xweş e. Di nava daristanê da 6-7 cure cinsên daran hene û keskahiya daristanê meriv ber bi xwe dikişîne."

Şêniyê deverê Gundogan Çag jî diyar kir ku bajêr ji xeynî xwezaya xwe, bi dîroka xwe jî balê dikişîne.

Çag bal kişand ku ew salê çar demsal dijîn û wiha got, "Piştî berf heliya, xweza pirreng bû. Ji bo dîtina vê bedewiyê em hatin Daristanên Salordekê yên li Pulumurê. Her wisa me bizinkovî û hirçên boz jî di jîngeha wan da dîtin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE