Derdora Adıyamanê bi kulîlkên behîvan spî bû. Li bajar, hilberîna behîvan di 8 salan de 20 qat zêde bû. Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Nurettin Kıyas dibêje: “înşela em ê îsal 15 hezar ton behîv bidin hev.”
Bi hatina biharê re derdora Adıyamanê bi kulîlkên darên behîvan spî bû.
Li bajêr bi taybetî jî piştî piştgiriya ku dewlet dide cotkaran, hejmara bexçeyên behîvan gelek zêde bû.
Li gorî agahiyan, di 8 salên dawî de çandiniya behîvan 8 qat zêde bû û li ser 80 deqar erdî dar hatin danîn.
Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Nurettin Kıyas dibêje: “Zêdebûna hilberîna behîvan, pîşesaziya bajêr jî pêş ve bir.”