Daweta mala Seydaoğluyan

Gelek rûspî û giregirên herêmê di dawetê de hatin cem hev...

Daweta mala Seydaoğluyan

Li gundê serdehlêya cizîrê daweteke mezin hat kirin. Piştî 30 salî zarokên mala seydaoğluyan daweta xwe kirin. Ji xeynî rûspî û giregirên herêmê ji çaraliyên welêt û ji gelek welatan mêvan hatin dawetê. Dawetê bi xwendina qurana pîroz dest pê kir û bi mewlûda şerîf a bi kurdî qediya.

Piştî 30 salî li gundê Serdehlêya Cizîra şirnexê daweta mala Seydaoğluyan çêbû.

Gelek alim, rûspî û giregirên ku li welêt û cihanê tên naskirin jî ji bo dawetê hatin Cizreyê.

Velî Seydaoğlu çû pêşiya mêvanan û xêrhatina wan kir.

Dawetê bi xwendina Qurana Kerîm dest pê kir û herî dawî jî bi qasîde û mewlûda şerîf a bi kurdî qediya.

Xwediyê dawetê him bi kêf bûn him jî hêvî kirin ku hevdîtinên bi vî rengî ji bo alema Îslamê bibe wesîleya yekîtî û biratiyê.

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 10:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE