Dawiya heftê li gund kom dibin

Gundiyên Paxazika Wanê bi hev re civatê dikin, çalakiyan li dar dixin.

Dawiya heftê li gund kom dibin

Gundiyên Paxazika Wanê dema dibe dawiya heftê berê xwe didin gund. Bi hev re civat û sohbetê dikin û beşdarî çalakiyên sporê dibin.

Ev der gundê Paxazika Wanê ye. Demeke dirêj e gundiyên Paxazikê ji bo hev bibînin li gund kom dibin.

Welatiyên ku nav hefteyê bi kar û barê xwe re mijûl in, dawiya hefteyê li hev kom dibin.

Civatê dikin, bi hev re pêşbirkan dikin û şahiyan li dar dixin.

Niştecihên Paxazikê dibêjin em ê her tim bi hev re bin û vê yekîtiya xwe biparêzin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE