Daxwaza wan tenê av e

Xelkê Gundê Taşliağila Arpaçayê bi ker û hespan avê dikşînin malê

Daxwaza wan tenê av e

Li gundê beskanê yê axuryana Karsê pirsgireka avê heye. Gundî ji ber tunebûna avê bi ker û hespan avê tînin mala xwe. Gundî bangî rayedaran dikin û dibêjin ji vê meseleyê re çareyekê bibînin.

Ev der gundê Beskanê yê bi ser navçeya Axuryana Karsê ye.

Li gund pirsgireka avê heye.

Gundî ne dikarin ji xwe re, ne jî dikarin ji heywanên xwe re avê peyda bikin.

Kaniya herî nêzîk 5 kîlometre dûrî gund e.

Zarok û xortên gund siwarî ker û hespan dibin û di vê sir û seqemê de berê xwe didin vê kaniyê.

Di van rojên sar de heywanên wan jî bêav dimînin.

Gundî ji vê yekê bêzar bûne û li hêviya çareyekê ne.

Gundî ji bo çareseriyekê ji rêvebiran alîkariyê dixwazin.

Li gund tenê di biharê de av heye û her zivistan halê wan ev e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE