Dayika fedakar

Di 72 saliya xwe de li 4 zarokên xwe yên astengdar dinêre

Dayika fedakar

Fatima Başar 72 salî ye û xwediyê 6 zarokan e. 4 zarokên wê astengdar in. Fatima Xanim him debara mala xwe dike him jî li zarokên xwe dinêre.

Li Taxa Çatalçeşmeya Elezîzê dijî Fatima Başar.

Fatima Xanim 72 salî ye û xwediyê 6 zarokan e.

4 zarokên wê astengdar in. Fatima Xanim 2 zarokên xwe dane zewicandin. Niha li zarokên xwe yên astengdar dinêre.

Ji ber ku tenduristiya mêrê wê ne baş e, hemû kar û barên zarokan li ser milê wê ye.

Ew di 72 saliya xwe de him debara mala xwe dike him jî li zarokên xwe dinêre.

Fatima Xanim li benda alîkariya saziyên dewletê û xêrxwazan e.

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE