Li Mûşê dayikeke 65 salî tevî emrê xwe yê mezin 13 sal in çanteyan çêdike. Pîreka jêhatî ku berê karê xwe li Îzmîrê dikir niha karê xwe aniye Mûşê.
Mahmure Özdemir xwendin û nivîsandinê nizane. Lê tevî vê yekê karê xwe bi xwe ava kir.
Mahmure xanim li Mûşê ji xwe re atolyeyeke çanteyan vekir.
Di atolyeyê de ji bo zarok û dayikan çanteyan çêdike.
Mehmure xanima ku 13 sal berê li Îzmîrê kargeh vekiribû niha karê xwe biriye Mûşê.
Pîreka jêhatî diya 10 zarokan e. Bi saya xebat û hewla wê debara xwe dikin û li bal hev in.