Debara bi cehterê

Hin welatî ji çolê cehterê diçinin û kîloya wê bi 40 lîreyî difiroşin...

Debara bi cehterê

Li Kercewsa Êlihê hin kes debara xwe bi cehterê dikin. Welatî ji çola navçeyê cehterê diçinin û kîloya wê bi 40 lîreyî didin simsaran.

Cehtera xwezayî dikeve gelek xwarinan,

Ji bo hin nexweşiyan jî derman e.

Li navçeyê hin welatî ji bo xwarina xwe, hin welatî jî ji bo pê debara xwe bikin cehterê diçinin.

Malbata Turan jî yek ji wan e. Zarokên malbatê ji çola Kercewsê cehterê diçinin û tînin malê, hişk dikin û difirojin.

Endamên malbatê dibêjin ku bihayê cehterê îsal li gorî par baştir e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE