Çemê Bendamahiyê, di nava erdê Bêgiriya Vanê re derbas dibe. Hin gundên navçeyê debara xwe bi girtina masiyên vî çemî dikin. Yek ji wan jî gundê Arestavanê ye.
Pêşî tora xwe berdidin, dûv re ji bo masî bikevin torê hewl didin.
Ev wêne ji Arestavanê gundê Bêgiriya navçeya Vanê ne.
Welatî her sal di vî wextî de bi kelekan xwe berdidin Çemê Bendamahiyê û ji xwe re masiyan digirin.
Ev çem ji bo gundê Arestavanê gelek girîng e.
Ji ber ku gundî dibêjin gelek malbat debara xwe bi masiyan dikin.
Gelê deverê ji rayedarên dewletê dixwaze ku her sal ferxikên masiyan berdin çem.