Debara di bin sir û seqemê de

10 sal in di bin konê naylon de dimînin û heywanan xwedî dikin...

Debara di bin sir û seqemê de

Li gundê tepika li ser navenda mûşê, zeki aykut û malbata xwe ev 10 sal in him di binê naylonê de dijîn him jî ji bo debara xwe, pêz xwedî dikin. Her çiqas îsal li herêmê zivistaneke dijwar hebe jî malbata aykut dîsa di binê konê naylon de dijî.

Ev der Gundê Tepikê yê li ser navenda Mûşê ye.

Welatiyê bi navê Zeki Aykut him ji bo xwe him jî ji bo heywanên xwe ji naylon kon çêkirine.

Ev 10 sal in ku Zeki Aykutê bavê 3 zarokan û Horiya jina wî wisa debara mala xwe dikin.

Malbata Aykut di nav konên naylon de him ji xwe re him jî ji hewyanên xwe re sobeyê dadidin.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE