Debara gundekî li ser madekan e

Qatix, rûn, penêr û jajîkê çêdikin û difiroşin.

Debara gundekî li ser madekan e

Li gundê Arkivanka Mûşê piraniya gundiyan madekan xweyî dikin. Gundî şîr, mast, pênîr û rûnê wan heta bi bajarên rojava jî dişînin.

Li gundê Arkivankê, li ber derê her malê çend heb gamêş hene.

Piraniya gundiyan bi saya projeyên heywandariyê ji dewletê piştgirî girtiye û pê, ji xwe re madek kirîne.

Gundî ji firotina şîr, mast, rûn û pênîrê gamêşan qezenceke baş bi dest dixin.

Ji ber ku şîrê madekan li gelek cihan nayê dîtin, gundî berhemên xwe him li navenda bajêr difroşin, him jî dişînin bajarên din.

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE