Bi saya ewlehiya li herêmê, gundiyên Şirnakê bi dilrihetî diçin ber sînor û masiyan digirin. gundî kîloyê masiyan li bajêr bi 15 lîreyî difroşin.
Li Beytûşebapa Şirnakê , li gundên ber sînor sir û seqem heye…
Germahî di bin sifirê de heta 5 pileyan daketiye…
Xortên Gundê Komatoyê guh nadin sermayê û ji bo debara mala xwe dikevin nava Çemê Xabûrê.
Masiyên ku digirin dibin navenda bajêr û kîloyê wan bi 15 lîreyî difroşin.
Bi saya ku li gundên ber sînor ewlehî pêk hatiye, gundî bi dilrihetî diçin li ser çemê masiyan digirin.